3 karkerên li Tetwanê hatibûn desteserkirin hatin berdan

3 karkerên li Tetwanê hatibûn desteserkirin hatin berdan

Li navçeya Tetwan ya Bedlîsê 3 karkerên ku 9’ê Tîrmehê ji ocaxa kevir hatibûn desteserkirin, serbest hatin berdan.

Li gundê Engesor yê ser bi navçeya Tetwana Bedlîsê roja 9’ê Tîrmehê 3 karkerên ku di ocaxa kevir ya Înşaata Peker de kar dikirin û hate diyarkirin dar dibirîn ji aliyê komek ya çekdar ve hatibûn desteser kirin. 3 karkerên hatibûn desteserkirin şeva din serbest hatin berdan. Karkerên ku anîn Fermandariya Cendirmeyan ya navçeya Tetwanê û hate hînbûn ku tenduristiya wan başe. Piştî îfade dan karker radestî malbatê kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hatibû kirin, îdiakiribû ku gêrîlayên PKK’ê karker desteser kirine. Hêjan daxuyaniyek nehatiye dayîn ku karker ji aliyê kê ve hatibûn desteserkirin.