3 kes ji Silopiyê veguhestin Amedê

3 kes ji Silopiyê veguhestin Amedê

Li Silopiyê roja 15’ê Sibatê polîs û tîmên taybet hemwext di ser malan de girtibûn û ji 8 kesên hatibûn binçavkirin 5 jê hatin berdan û 3 kes jî veguhestin Amedê. 10 kesên li Şirnex û Hezexê jî hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê roja 15’ê Sibatê li taxên Başak, Nûh û Cûdî polîs û tîmên taybet hemwext di ser malan de girtibûn û 8 kes binçavkiribûn. Kesên binavê Davût Uysal, Selamî Aşan, Abdullah Guven, Mircan Guzel, Samî Borak, Newroz Şengîl, Çekdar Yalçin û Huseyîn Ayik yên piştî karûbarên wan yên fermî li Midûriyeta Polîsan ya Silopiyê qediyan sewqî dozgeriyê kirin. Uysal, Guven, Borak, Guzel û Ayik yên îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin, serbest hatin berdan, Aşan, Şengîl û Yalçin jî veguhestin Edliyeya Amedê.

Weke din jî 7 kesên ku şeva 14’ê Sibatê di encama serdegirtina polîs û tîmên taybet yên li ser taxên Bahçelîevler, Vakifketn û Yenî yên Şirnexê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan yên li emniyetê sewqî dozgeriyê kirin. 7 kesên îfadeyên wan hatin girtin, serbest berdan. Weke din Abdulezîz Ogûz, Remezan Demîr Abdurehman Orek yên di heman rojê de ji aliyê polîsan ve li Hezexê hatinbûn binçavkirin, Ogûz û Demîr li dozgeriyê serbest hatin berdan, Orek jî bidawaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Orek piştî îfadeyan li dadgehê serbest hate berdan.