3 kes li Sêrtê hatin girtin

3 kes li Sêrtê hatin girtin

Li Sêrtê ji 8 kesên çend roj beriya niha hatibûn binçavkirin 3 kes bi îdîaya "Molotofkokteyl çêkirine" hatin girtin.

Li Sêrtê roja Pêncşemê polîsan li taxên Çal, Alan û Dumlupinarê bi ser malan de girtibû û 8 kes di encama serdegirtinan de hatibûn binçavkirin. Ji van 2 kes piştî lêpîrsîna li midûriyeta polîsan serbest hatibûn berdan. 6 kesên din îro piştî muameleyên li midûriyeta polîsan şandin dozgeriyê. Dozger jî piştî îfadeyên wan hatin girtin 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Pîştî darizandinê ji 6 kesan Ramazan Gultekîn, Şiyar Tîmurtaş û Adîl Topu bi îdîaya "Molotofkokteyl çêkirine" hatin girtin. 3 kesên din jî bi biryara "Serbestiya bi kontrol" hatin berdan.