3 kesên li Mersînê komkujî protesto kirin hatin girtin

3 kesên li Mersînê komkujî protesto kirin hatin girtin

Li Mersînê dema protestoyên komkujiya Geverê 10 kesên ku hatibûn binçavkirin ji wan, 3 kesên bi navên Vedat Şenturk, Turan Bozkurt û Zekî Uçakyildiz bi îdîaya "Endamê rêxistinê" yê hatin girtin. 

Li Mêrsînê girseya ku di 12'ê Kanûnê de kuştina 3 kesên li Navçeya Gevera Colemêrgê hatin qetilkirni şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hatibûn. Di mudaxaleyê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji 10 kesan 6 zarokên bi navê H.N, O.E û M.E. piştî kar û barê Midûryeta polîsan hatin berdan û zarokên bi navên V.Ş, S.A. û T.B. jî li Edliyeya Mersînê piştî lêpirsîna dozger sewqî Dadgeha nobedar hatin kirin û serbest hatin berdan. Kesên ku temenê wan ji 18 salî mezintir yên bi navê Zozan Îlgen, Vedat Şenturk, Turan Bozkurt û Zekî Uçakyildiz jî birin Edliyeya Edeneyê. Zozan Îlgen piştî lêpirsîna dozgeriyê hat berdan û 3 welatiyên din jî ji bo bê girtin sewqî Dadgeha Nobedar kirin û li dadgehê bi gorî maddeya 10. ya TMK'ê bi îdîaya "Endamê rêxistinê" yê hatin girtin.