3 Zarok xwe ji destê çeteyan rizgar kir

3 Zarok xwe ji destê çeteyan rizgar kir

Li bajarê Efrîn’ê 3 zarokên ku ji hêla kesekî nenas ve hatibûn revandin xwe ji wesayitê avêtin û rizgar kirin.

Li herêma Efrînê kesekî nenas ku bi wesayîtek modela VAN a rengê reş digere, xwest ku 3 zarokên ji gundê Çûqê ji bo nan bikirin diçûn bajarê Efrînê  birevîne.  Dema zarok li wesayîta wî kesê nenas ê bi zimanê erebî diaxavî û riha wî dirêj bû siwar bûn fam kirin wan nabe bajêr, zarokê bi navê Şiyar yê 11 salî û du zarokên din xwe ji wesayîtê avêtin û rizgarkirin.

Zarokê bi navê Şiyar yê xwe ji wesayîtê avêt û rizgar got, dema wî dixwesti ji bo kirîna nan ji gundê Çûqê biçe bajarê Efrînê, li ser rê wesayîtek bi modela VAN a  renge wê reş lê sekiniye û ew siwar kiriye. Dema wan fam kiriyê wesayît naçe Efrînê û ajokar bi zimanê erebî diaxive, riha wî dirêje û di wesayîtê 12 zarok hene fam kiriye ew tên revandin. 

Şiyar’ê xwe ji wesayîtê avêt û xwe rizgar kir wiha dibêje; "Piştî ez siwar bûm min dît ku nêzî 12 zarokan di erebeyê de hene, Bi yê ajokar re kêr û çek jî hebûn, dema wî rêya xwe guhert ez têgihiştin ku em hatine revandin. Min deriyê erebê yê paş vekir û min xwe ji wesayîtê avêt.”

Welatiyên herêmê Şiyar û du zarokên ku xwe ji wesayîtê avêtibûn rakirin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê.

Li ser wê bûyerê hêzên asayişê diyar kirin ku wan der barê bûyerê de lêkolîn daye destpê kirine û ji welatiya xwestin ku hişyar bin û zarokên xwe bi tenê rênekên derên dûr.

Der barê zarokên din ên ku hatine revandin agahî bidest neketine.