32 karkerên li Cizîrê ji kar hatîn avêtin dest bi grevê kirin

32 karkerên li Cizîrê ji kar hatîn avêtin dest bi grevê kirin

Li navçeya Şirnexê Cizîrê 32 hişyekar û karkerên ku li şerketya DEDAŞ’ê (Dicle Elektrik Dağıtım A.Ş) di xebitin bê ku  hincetekê diyar bikin  ji kar hatin  avêtin. Karkerên ku di derbarê mijarê de daxuyanî dayîn gotin, Hevalbendên APK’ê ji bo rê ji hevalên xwe re vekin em bi keyfî ji kar avêtîn û dan diyar kirin ku heya em mafên xwe bi dest nexin wê di grevê de bin.

32 karkerên ku di muduruyeta DEDAŞ’ê de kardikirin bê ku tu sedeman bidin diyar kirin ji karên wan avêtin. Karkerên ku xwestin muduryeta DEDAŞ’ê prodesto bikin destor nehat dayîn, ji derveyî avahiya DEDAŞ’ê daxuyanî dan. Şerzar Ziyanak li ser navê karkeran daxuyanî da û xebatkarên ku 7 salin di DEDAŞ’ê de kar dikin, tenê ji bo şirketên derdora wan jê sod bigrin ji kar hatin avêtin.

Ziyanak, da diyar kirin ku karkeran dest bi grevê kirîn e û heya negîhîn mafên xwe bê dest jê neyê berdan.