35 malbat li benda bersivê ne

35 malbat li benda bersivê ne

Li Sêweregê, piştî ku di kolandina li navenda JÎTEM'ê de hestiyên mirovan derketin 35 malbatan serî li ÎHD'ê dan û li benda biryara ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û Dozgeriyê ne. Serokê ÎHD'ê yê Şaxê Cemal Babaoglû xwest, tavilê tespita hestiyan bê kirin û rastî malbatan were kirin.

Li navçeya Riha Sêweregê, karkerên ku li erdê ji çêkirina avahiyan hatibû vekirin xebatên kolandinê dikirin, rastî hestiyên mirovan hatibûn û ev rewş ji polîsan re ragihandibûn. Dûre polîsan li cihê mijara gotinê dest bi kolandinê kirin û xwe gihandin nêzî 30 îskelek û gelek hestiyan. Dozgeriyê hestî şand ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Rihayê piştî 2-3 rojan bi bûyerê hesiya û di 4'ê Îlona 2013'an de li gel şahidên bûyerê daxwaznameyên gilîkirinê radestî dozgeriyê kir.

ÎHD'ê di serlêdana xwe de diyar kir ku di navbera salên 1992-1997'an de li vê herêmê serlêdana nêzî 35 windahiyên di binê çavan de hatiye kirin û xwest ji malbatên windahiyan mînaka DNA bê girtin, bi hestiyan re bîne pêşberî hev û dûre cenazeyan radestî malbatan bikin.

'HESTÎ LI GORÎ ÛSÛLÊ NEHATIN KOMKIRIN'

Der barê mijarê de Serokê ÎHD'ê Şaxê Rihayê Cemal Babaoglû agahî da ANF'ê û diyar kir ku wan bihîstine hestî ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatine şandin û 35 malbat jî li benda biryarê ne. 

Babaoglû ragihand ku kolandina bingeha avahiyê rawestiyaye û destnîşan kir ku hestî li gorî ûsûlê nehatine komkirin.

Babaoglû got, "Kengî hestî dîtin, kolandina bi kepçeyê nesekinandine. Hestiyên derketine holê, hestiyên ku kepçeyê derxistine. Dema me bi destan û bi kêrê erd dikolan, em rastî tevahiya îskeletê dihatin."

'DIVIYABÛ HYETEKE ÇAVDÊR A SERBIXWE HEBÛYA'

Babaoglû diyar kir ku dema hestî hatin komkirin, ji bilî polîs û dozger heyeteke serbixwe ya çavdêran nebû û got, "Di dema komkirina hestiyan re hesasiyeta pêwîst nehat nîşandan."

Babaoglû ragihand ku cihê hestî lê hatiye dîtin, di salên 1990 de herêma cerdevanan bû û ji aliyê JÎTEM'ê ve were baregeh dihat bikaranîn û got, "Ev der cihê jêpirsîn û kuştinê yê JÎTEM'ê bû."

WALIYÊ WÊ DEMÊ YÊ RIHAYÊ, ÎRO PARLAMENTERÊ AKP'Ê YE!

Babaoglû da xuyakirin ku wan ji Şaxê ÎHD'ê yê Êlihê jî agahiya 'Yên li Êlihê hatine binçavkirin birine baregeha JÎTEM'ê ya li Sêweregê' girtine û got, "Abdûllah Çatli, Ayhan Çarkin, Yeşîl, Velî Kuçuk li vir wezîfe kirin, gelek caran dihatin vê derê û diçûn. Ekîba Sûsûrlûk li vir bû. Hatin parastin, hînê jî tên parastin. Ziyaettîn Bûlût ê wê demê Waliyê Rihayê bû, îro ji AKP'ê parlamenter e. Der heqê wî de 20 serlêdan hene. Di pirtûka Windahiyên Rihayê de bi berfirehî behsa van hat kirin."

'DIVÊ ÊDÎ BI HESTIYÊN XWE RE RÛ BI RÛ BIMÎNE'

Babaoglû diyar kir ku divê êdî Tirkiye bi hestiyên xwe re rû bi rû bimîne û got, "Li herêmê kengî xebateke kolandinê bê kirin, hestî derdikevin. Divê Tirkiyê pêwistiyên huqûqê bicih bîne."

Serokê ÎHD'ê Şaxê Rihanê Babaoglû der barê windahiyên li herêma mijara gotinê de ev daxwaz kir:

- Bila li qadê xebateke berfireh a kolandinê bê kirin.

- Xebatên kolandinê ne bi maşînên înşaetê û kepçeyê yên hestiyan tine dikin, bi rêbaza arkeolojîk û bi çavdêriya pisporên tipa edlî ya serbixwe û arkeologan pêk were.

- Der barê rêveçûna lêpirsînê de xizmên windahiyan û civak bi rêk û pêk û bi awayekî zelal bên agahdarkirin.

- Divê berpirsyar werin aşkerakirin û der barê Serokwezîra wê demê Tansû Çîller, Walî, Mudurê Emniyetê û Serdozgerê Komarê yên Rihayê yên wê demê de, ji ber wezîfeya xwe baş nekirine, lêpirsîn werin vekirin.