36 gerîlayên li Geliyê Tiyarê hatin qetilkirin hatin bîranîn

36 gerîlayên li Geliyê Tiyarê hatin qetilkirin hatin bîranîn

36 gerîlayên HPG'ê yên di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê yê Navçeya Çelê di êrîşa hewayî ya balefirên şer ên tirk de jiyana xwe ji dest dan, li Navçeya Erdişa Wanê û Gevera Colemêrgê hatin bibîranîn.

Di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de artêşa Tirk li Geliyê Tiyarê ya ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê, bi balefirên şer û helikopterên kobra li ser komek gerîlayên HPG'ê bombe barandibûn û çekên kîmyewî bikar anîbûn. Di êrîşa hewayî ya li dijî gerîlayên HPG'ê de 36 gerîla bi hovane hatibûn qetilkirin. 36 gerîlayên HPG'ê li yên jiyana xwe ji dest dan, li Navçeya Erdişa Wanê û Gevera Colemêrgê hatin bibîranîn.

Rêveberên MEYA-DER'ê yên Geverê li avahiya BDP'ê bernameya bîranînê pêk anî. Di bernameyê de Rêveberên BDP'ê rêveberên şaredariyê, xebatkarên Navenda Çand û Hunerê yên Geverê, Dayîkên Aştiyê. Kooperatîfa Jinê ya Geverê, TUHAD-FED, KURDÎ-DER û malbatên gerîlayên HPG'ê amade bûn.

Di bernameyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên gerîlayên HPG'ê alên PKK'ê hatin vekirin. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir. Rêveberê BDP'ê Îhsan Îşbilir, komkujiya li Geliyê Tiyarê û komkujiyên li Rojava şermezar kir û anî ziman ku, gelê Kurd bi van bedelan gihiştiye îro û wiha got: "Em şehîdên HPG, YPG, HRK, ARGK û ERNK'ê bi hurmet bibîr tinin. Di pêvajoya ku 8 caran agirbest hatiye îlankirin de Geliye Tiyarê, Çiyayê Reşkê, Rojava û gelek cihên din pêk hatin."

Nûnerê MEYA-DER'ê Sadullah Duzen jî diyar kir ku, berpirsyarê komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye. Bernameya bîranînê bi sînevîzyonê bi dawî bû. "

Gerîla li Erdîşê jî hatin bîranîn

Li Gundê Pîranî yê Navçeya Erdîşa Wanê jî bi heman armancê ji bo 36 gerîlayên HPG'ê û gerîlayê HPG'ê Îkram Kara (Serdem Pir), bi tevlêbûna hezaran kesan hat bibîranîn. Di bernameyê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, rêveberên MEYA-DER, BDP, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn.

Di bernameyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla Kara hatin vekirin. Dîsa alên PKK'ê hatin vekirin. Di bernameyê de ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di mewlûdê de parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku, polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî gelê Kurd berdewam dikin.

Birayê Îkram Kara Harun Kara jî anî ziman ku, birayê wî ne tenê şehîdê wane, şehîdê hemû gelê Kurd e.

Piştî axaftinan mewlûd bi dawî bû.