4 berxwedêrên Rojava bi girseyî hatin oxirkirin
4 berxwedêrên Rojava bi girseyî hatin oxirkirin
4 berxwedêrên Rojava bi girseyî hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Osman Osman, Ezîz Şemsî û Şiyar Ismaîl yên ku di şerên Çilaxa ya roja yekê ya Cejna Qurbanê de jiyana xwe jidest dabûn û cenazeyê şervanê YPG’ê Şivan Cerî yê li ser erkê xwe di encama qezayê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Merasîmên ji bo şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) didomin. Şervanên YPG’ê Osman Osman, Ezîz Şemsî û Şiyar Ismaîl yên ku di şerên Çilaxa ya roja yekê ya Cejna Qurbanê de jiyana xwe jidest dabûn û cenazeyê şervanê YPG’ê Şivan Cerî yê li ser erkê xwe di encama qezayê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Ji bo wergirtina cenazeyên 4 şervanên YPG’ê bi hezaran kes duh saet di 15.30’an de li ber nexweşxaneya Dêrikê ya Wetenî kombûn. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG’ê yên jiyana xwe jidest dabûn, alên YPG/YPJ, Yekîtiya Star û TEV-DEM’ê vekiribûn bê navber dirûşmeyên dilosziya bi hêzên YPG’ê re berz kirin. Ji vir girseyê cenazeyên şervanên YPG’ê Osman Osman, Ezîz Şemsî Şiyar Ismaîl û Şivan Cerî bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê kirin.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfa Hisên axivî û diyar kir ku êrîşên komên çete yên El Qaîdeyê li dijî Rojava bi awayekî plankirî pêk tên. Henîfe, da zanîn ku hin hêzên herêmî û derve jî cihê xwe di nava êrîşan de digrin. Henîfe , destnîşan kir ku gelê kurd li Rojava berxwedaneke bê hempa nîşan dide û wiha got: “Gelê kurd ji bo azadiya xwe şehîdan dide. Ev berxwadana gel, nûnerên gel kîne dide diyar kirin. Kesên di otêlan de dê nikaribin nûnertiya kurda bikin. Gelê kurd bi şehîdên xwe ve girêdayî ye û her dem wê xeta wan biparêze.’’
Piştî axaftinê sîcîlên şervanênYPG’ê radestî malbatan hatin kirin. Piştre Cenazeyên şervanên YPG’ê ji aliyê girseyê ve bi diruşme û tilîliyan spartin axê.