4 çekdarên xwest malê talan bikin hatin kuştin

4 çekdarên xwest malê talan bikin hatin kuştin

Li Serêkaniyê çar çekdarên girêdayî kesê bi navê Xalid Ubeyd El Xelîl ê girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad ku xwestin ku mala welatiyê bi navê Yusif talan bikin hatin kuştin.

Komên çete yên girêdaye Artêşa Azad di dema ku ji bo talankirinê êrîşî mala welatiyê bi navê Yûsif ya li navbera gundê Til Ebûd û Xolî Şerqî ya rojhilatê bajarokê Ebûrasên kirin, li rastî berxwedana xwediyê malê hatin û di encamê de 4 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin û xwediyê malê ji jiyana xwe ji dest da û hin kes ku hejmara wan nehat zanîn birîndar bûn.

Hate ragihandin ku komên êrîşî malên welatiyan dikin girêdayî Xalid Ebeyd Elxelîl ne. El Xelîl wek kesekî çalak di nava Artêşa Azade tê naskirin, di dema dawî de bi dehan malên welatiyan ji aliyê van komên çekdar hatine talakirin.