4’emîn Turnuvaya Cup Tenîs a Amedê destpê kir
4’emîn Turnuvaya Cup Tenîs a Amedê destpê kir
4’emîn Turnuvaya Cup Tenîs a Amedê destpê kir
4’emîn Turnuvaya Cup Tenîs a Amedê ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, destpê kir.
Turnuvaya Cup Tenîs li korta tenîsê ya Parkormani ya Amedê bi musabakatayan destpê kir.
Musabakayên ku 12 rojan bidomin, wê di 20'ê Îlonê de bi maçên fînalê bi dawî bibe. Di turnuvayê de 43 jin, 16 zarokên keç ên temenê wan di navbera 10-12’an de, 16 zarokên kur bi giştî dê 162 sporvan têbikoşin.
Sporvan bi giştî wê di 5 kategoriyan de yên wekê jin tenê, mêr tenê, di nava zarokan de keç tenê, kur tenê û her wiha mîxler (yên cot jin û mêr bi hev re) têbikoşin. Di dawiya turnuvayê de kesên bikevin dereceyê dê kupa û diyariyan bigirin.
Seroka Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Mezin a Amedê Semra Kiratli di vekirina turnuvayê de axivî û ji bo hemû sporvanan spas kir.
Kiratli diyar kir ku bi turnuvayê wisa armanc dikin ku feraseta sporê biguherin.
Kiratli da zanîn ku li Tirkiyeyê dema spor tê gotin tenê futbol tê hişê mirovan û got: “Li gorî me ev feraset sporê ji xweserbûna xwe qut bike. Li gorî me spor jin e. Tevlîbûna welatiyên me yên astengdar e.
Kiratli diyar kir, bi feraseta li her derê spor 4’emîn turnuvaya îsal dane destpêkirin.
Turnuva bi musabakayên di navbera Elmas Kizilgul, Devrim Çayan Çentîk- Dîlek Çîftçî Guven Tekgeyîk de destpê kir.