4 karkerên hatin birin, serbest hatin berdan

4 karkerên hatin birin, serbest hatin berdan

Li navçeya Sêrt Berwariyê, 4 karkerên li înşaeta qereqola jendermeyan dixebitîn û di encama serdegirtina komeke çekdar a duh êvarê de hatin birin, serbest hatin berdan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin; komek ku tê gotin gerîlayên HPG'ê ye duh êvarê saet di navbera 18.00-20.00 de avêt ser înşaeta qereqola jendermeyan a li nêzî gundê Heşet ê navçeya Berwariyê û 4 karkerên di înşaeta qereqolê de dixebitîn bi xwe re bir. Komê, bi teqemiyan înşaeta qereqolê teqand û dûre ji herêmê dûr ket.

Hat ragihandin, her çar karkerên mijara gotinê saet li dora 21.00 de hatin berdan.