4 parlamenterên HDP'yî li ser sînor çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
4 parlamenterên HDP'yî li ser sînor çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
4 parlamenterên HDP'yî li ser sînor çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Parlamenterên HDP'yî yên bi polîs û leşkerên êrîşî girseya gel a li ber Deriyê Sînor ê Kobanê kirin re hevdîtin pêk anîn, xwestin leşker dawî li êrîşên xwe bînin. Ji ber ku leşker û polîsan daxwaza parlamenteran bicih neanîn, 4 parlamenterên HDP'yî li ber têlên li ser sînor, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Hejmara leşker û polîsên li ser sînorê Kobanê yên êrîşî girseya gel dikin, hatin zêdekirin.
Parlamenterên HPD'ê Îbrahîm Ayhna, Aysel Tûglûk, Gulser Yilidirim û Îbrahîm Bînîcî yên xwestin polîs û leşker xwe vekişînin, ji ber bê encam mayîna hevdîtinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Parlamenterên li ber têlên li ser sînor dest bi çalakiyê kirin, ji girseya gel jî piştgirî dîtin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Aynan beriya destpêkirina çalakiyê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku heta girseya gel a li qada konan karibe xwe nezî sînor bike, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
Ayhan bang li gelê li Bakurê Kurdistanê û demokratên Tirkiyeyî jî kir û got, "Bila her kes berê xwe bide vir. Em pêşî li qirkirina li Kobanê bigirin."
Li aliyê din, girseya gel a li aliyê sînor ê Kobanê sekiniye, bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Gerîla", "Bijî Serok Apo" piştgirî da girseya gel a rastî êrîşa polîs û leşkeran tê.