4 Rojavayî bi îdîaya ‘Endamên KCK’ê ne’ hatin binçavkirin
4 Rojavayî bi îdîaya ‘Endamên KCK’ê ne’ hatin binçavkirin
4 Rojavayî bi îdîaya ‘Endamên KCK’ê ne’ hatin binçavkirin
Li Pîrsûsê 4 hemwelatiyên Rojava bi îdîaya “Endamên KCK’ê ne” hatin binçavkirin.
Duh li navçeya Pîrsûs a Riha hemwelatiyê bi navê Mehmet Emîn Kizilkaya, ji Rojava Medya Mistefa û Xelîl, Edîle û Osman ên paşnavê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê kirin de her 5 kes bi îdîaya endamên KCK’ê ne hatine binçavkirin. Hat îdîakirin ku her çar hemwelatiyên Rojava endamên KCK’ê û YPG’ê ne. Parêzer Faruk Yaygin ê têkildarî mijarê agahî da û anî ziman ku 24 saet ji bo dirêjkirina dema binçavkirina ji bo her pênc kesan hatiye xwestin û piştî karûbarên wan biqede wê wan bişînin Edliyeya Amedê.