Di civîna wezîrên karên derve yên welatên Komkara Ereban de hate gotin ku rayedarên dewletên Misir, Îran, Suudî Erebîstan û Tirkiyeyê dê bi mijara Suriyeyê di demeke nêz de civînekê lidar bixin.
Wezîrên karên derve yên welatên Komkara Ereban, bi mijarên “Suriye” û “geşedanên li herêmê” li paytexta Misrê Qahîreyê civiyan. Di civînê de Serokomarê Misrê Muhemmed Mursî axaftinek kir û diyar kir ku dewletên Misir, Îran, Suudî Erebîstan û Tirkiyeyê dê li ser rewşa Suriyeyê civînekê li dar bixin.
Mursî derbarê cih û dema civînê de agahî nedan, lê destnîşan kir ku divê dem neyê windakirin û ev tişt gotin: “Divê hemû kes zanibe ku gelê Suriyeyê biryara xwe daye, divê pêdiviya vê yekê bê kirin. Ji bo rawestandina xwînê hîn jî dem heye.”