40 Ciwanên Kobanê tevlî YPG/YPJ'ê bûn
40 Ciwanên Kobanê tevlî YPG/YPJ'ê bûn
40 Ciwanên Kobanê tevlî YPG/YPJ'ê bûn
40 Ciwanên herêma Kobanê piştî bidawîkirina perwerdeya leşkerî tevlî refên YPG/YPJ'ê bûn.
Akademiya Şehîd Agirî beriya demekê perwerdeya leşkerî ya 40 xort û keçên herêma Kobanê dabû destpêkirin. Dewre bi navê Şehîd Karsî hat organîzekirin.
Ciwan di dewreyê de der barê şêwazên bikaranîna çekan û hunerên leşkerî de hatin perwerdekirin. Her wiha waneyên ramyarî jî dîtin. Dewre bi merasîmekê bidawî bû.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Paşê Fermandara YPJ'ê Meysa Ebdo wiha axivî: "Li Kurdistanê jiyan bi raman û felsefeya berxwedan û fedabûyînê tê avakirin. Ev felsefe di çeperên rûmetê de bi xwîna şehîdan a pîroz hatiye nivîsandin. Em xwediyên vê axê ne. Em xwediyê mafên xwe ne."
Paşê şervanan sond xwarin.