40 kamyon alîkarî li ser sînorê Dirbêsiyê ye

40 kamyon alîkarî li ser sînorê Dirbêsiyê ye

Di çarçoveya kampanya alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê re, 40 kamyon alîkariya li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê hatine berhevkirin li ser sînorê Dirbêsiyê yê navçeya Mêrdîn Qoserê li benda derbasbûnê ye.

40 kamyon pêdiviyên rojane yên jiyanê ku ji bajarên herêmê û rojava bi boneya piştevaniya Gelên Rojava hatin komkirin anîn Bajaroka Dirbêsiya yê navçeya Qoserê ya Mêrdîn. 40 kamyonên alîkariyê li deriyê sînorê Rojava hatin cem hev. Endamên BDP'ê, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî hatin cem kamyonan û li bendê ne kamyonên alîkariyê teslîmî rayedarên AFAD û Heyva Sor bikin. Zêdebûna leşkeran a li ser sînor balê dikişîne ser xwe.