’40 kesên payebilind jî di nav de heyî êrîşî me kirin’

’40 kesên payebilind jî di nav de heyî êrîşî me kirin’

Leşkerê Kurd ê ku li 12'emîn Fermandariya Tugaya Mekanîze ya Agiriyê ji ber nîqaşa "Kurd-Tirk" rastî êrîşê hat di derbarê mijdarê de axivî û wiha got: "Li kantînê tişt difirotin hemû leşkeran, dema me got çima nadî me di nav de 40 leşkerên payebilind jî heyî bi cop, kêr û amûrên din êrîşî me kirin.”

Li 12'emîn Fermandariya Tugaya Mekanîze ya Agriyê li Navenda Kombûna Leşkerî (ATM) 9 leşkerên kir bi hinceta nîqaşa "kurd û tirk" rastî êrîşê hatin û birîndar bibûn. Li ser vê yekê leşkeran bi riya telefonê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan û anîn ziman ku, ewlehiya canê wan tuneye. Leşkerên Kurd ên rastî êrîşê hatin yek bi darbeyên kêr, yek ji serê xwe ya darbeya jopan û madeyên din û yên din jî ji gelek cihên din birîndar bûn. Ji leşkerên rastî êrîşê hatî û bi darbeya kêr birîndarbûyînû nexwest navê xwe bide agahî dan DÎHA'yê.

Leşkerê birîndar têkildarî mijarê wiha got: "2 rojin li vir me didin rawestandin. Duh em cûn kantînê me xwest hinek tiştan bikirin. Leşkerê berê xwe dida kantînê ji me re got, firotin bi dawî bûye. Me jî dengê xwe dernexist. Lê hêj em li wir hinek leşkerên din hatin ji xwe re tişt kirîn. Me jî ji wî re got, 'Ka firotin xilas bibû. Tu cima cudakariyê dikî. Gelo ji ber ku em Kurd in tu wisa dikî?' Leşker ji me re got, 'Hûn çima fêmnakin. Şiklê we naçe xweşiya me. Hûn hemû terorîstin.' Me jî bertek nîşanî vê yekê da. 35-40 kesên di nav de bi paye jî heyî bi kêr, cop û amûrên din êrîşî me kirin. Me jî ji bo parastinê em ber bi cihê razanê ve çûn. Lê pêşiya me birîn. Hinek ji me di nava tugayê de beziyan. Leşkerên li pey me dihatin got, 'wan bigirin nehêlin birevin, ew hemû terorîst in' Ezê bêjim yê ku ew yek digot kesê bi paye bû. Di wê demê de leşkerên nobet digirtin pêşiya me birîn û dest bi lêdanê kirin. Dema me berê xwe da hevalên xwe destên hinekan û piyên hinekan şikestibûn û hinek jî bi darbeyên kêran birîndar bibûn û henek jî hatibûn darpkirin. Hemû kes li erdê bûn. Pişt re em birin revîra tugayê û pişt re em birin Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Li wir em li ser piyan dermankirin û bi wî awayî îfadeyên me girtin."

'YÊN MAFDAR JÎ YÊN ÊRÎŞÎ ME KIRIN DERKETIN'

Leşker diyar kir ku, di dema îfade girtinê de tişta sosret li gel em rastî êrîşê hatibûn kesên êrîş kirin mafdar derketin û wiha axivî: "Ji me re gotin; 'Ew li hember hevalên xwe dijberî kiriye. Çima di nava ewqas leşkeran de bertekan nîşan didin?' Em neheq derxistin û kesên êrîşî me kirin mafdar derxistin."

DI NAVA TUGAYÊ DE TU KESÊ BI PAYE TUNEBÛYE!

Leşker da zanîn ku, îfadeyên 9 leşkerên birîndar hatin girtin lê tenê ji 4 leşkerên êrîşkar îfadeyên wan hatin girtin û wiha pê de çû: "Ewlehiya canê me tuneye. Bila malbatên me bên me ji vir derbixin. Em dixwazin rayedar ji divê mijdarê de bi hîstiyar bin.

Têkildarî mijdarê me xwest bi rayedarên Fermandariya Tugayê re hevdîtinê bikin lê kesên bersiva me dayîn diyar kirin ku, li fermandariyê tu kesên bi paye tunene û niha tu daxuyaniyan nadin.