40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû
40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû
40 qamyon alîkariya ji Bakur derbasî Rojava bû
Alîkariyên ku ji Bakurê Kurdistanê hatibûn berhevkirin duh ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê bi 40 qamyonan derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Alîkariyên ku ji aliyê partî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê li bajarên Şinex, Cizîrê, Persus, Nisêbîn, Şemrex, Qoser, Çolemêrg, Gever, Îskenderon, Wan, Sêrt, Samsur, Stenbol û Amedê hatibûn berhevkirin duh bi 40 qamyonan ji deriyê sînor ê Dirbêsiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Alîkariya ku ji xwarin, derman û şîrê zarokan pêk tê bi beşdariya endamên Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP), Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan, Serokê Şaredariya Qoserê Ferhan Turk û nûnerên saziyên sivîl radestî komîteya xizmetan a Desteya Bilind a Kurd hatin kirin.
Endamê Komîteya Xizmetan Mihemed Emîn Xelo diyar kir ku ewê van alîkariyan bişînin hemû navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê, her wiha ewê derman û şîrê zarokan radestî Heyva Sor a Kurd bikin.