400 doz çûn ber destê Dadgeha Gel a Tirbespiyê
400 doz çûn ber destê Dadgeha Gel a Tirbespiyê
400 doz çûn ber destê Dadgeha Gel a Tirbespiyê
Rayedarên Dadgeha Gel a bajarê Tirbespiyê dane zanîn ku heta niha 400 doz hatine ber destên wan, gelek doz hatine çareser kirin, hinek jî hîna di nava destên wan de ne.
Piştî ku bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê ji rejîma Baas'ê hatin rizgar kirin, gelê Kurd li şûna saziyên Baas'ê saziyên xwe yên rêvebirî, xizmet û dadê ava kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirên civakî, li piraniya bajaran Dadgehên Gel hatin avakirin. Li bajarê Tirbespiyê piştî rizgarkirinê, Dadgeha Gel hate ava kirin, rayedarên Dadgeha Gel a bajarê Tirbespiyê dane zanîn ku heta niha 400 doz hatine ber destên wan, gelek doz hatine çareser kirin, hinek jî hîna di nava destên wan de ne.
Endamê Dadgehê Ebid Xelef da zanîn ku dadgeha wan ji 9 kesan pêk tê. Ji hemû pêkhateyên herêmê, welatî serî li dadgehê didin û pirsgirêkên tînên ber destê dadgeha gel. Xelef diyar ki ku piraniya dozên ku têne ber destên wan, arîşeyên civakî û nakokiyên li ser peran û erdan e.
Derbarê rêbazên xebata dadgehê de, Xelef diyar kir ku xwediyê dozê gilînameya xwe bi nîvîskî pêşkêşî dadgehê dike. Xelef wiha dewam kir; " Em her du aliyên dozê vedixwînin rûniştinê û ifadeyên wan guhdar dikin û qeyid dikin. Piştî lêpirsînê em li gor pîvanên civakî û mafên mirovan biryara xwe didin. Em biryarên Dadgehê bi nivîskî pêşkêşî herdû aliyan dikin."
Xelef dazanîn kir ku heta niha 400 doz hatine ber destên wan, gelek doz hatine çareser kirin, hinek jî hîna di nava destên wan de ne.