49 kesên hatin berdan birin Enqere

49 kesên hatin berdan birin Enqere

49 kesên di nav wan de Serkonsolos û wezîfedarên Konsolosxaneya Mûsilê jî hene û îro ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin berdan bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê hat Rihayê re ber bi Enqereyê ve çûn.

Serokwezîr Davutoglu yê hevdîtinên xwe yên li Azerbaycanê di nîvî de hişt û hat Riha, bi wezîfedar û malbatên Konsolosxaneya Mûsilê re hat gel hev. Di hevdîtinê de li gel hevsera Davutoglu Sare Davutoglu, Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci jî di hevdîtinê de amade bûn.

Davutoglu paşê bi 49 kesên hatin berdan re bi balafira taybet ‘Tur’ ber bi Enqereyê ve hereket kirin.