5 cangoriyên li Helebê li Efrînê spartin axê
5 cangoriyên li Helebê li Efrînê spartin axê
5 cangoriyên li Helebê li Efrînê spartin axê
Hejmara kesên ku li Eşrefiyê di encama êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dan gihiştibû bîstan. Cenazeyên 5 kesên ku di komkujiya Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Efrînê spartin axê.
Roja 31’ê çileyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê di encama êrîşa balafirên rêjîma Sûrî de 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji qurbaniyên komkujiyê cenazeyên 4 kesan doh li navçeya Efrîn Şiyê û cenazeyê rêveberê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Kemal Henan jî li Cinderesê hatin hatin veşartin.
Cenazeyên Ehmed Hac Bakir, Evîn Hac Bakir, Heyat Hac Ehmed û Mistefa Hac Bakir destpêkê li Cinderesê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin û paşê ber bi navçeya Şiyê ve hatin şandin.
Piştî merasîma li malên qurbaniyan, cenazeyê wan ber bi goristanê ve hatin birêkirin. Bi hezaran kesên tevlî merasîmê bûn, komokujiya hêzên rêjîma Sûrî û xemsariya komên artêşa Sûrî ya Azad ku dibe sedema mirina mirovan şermezar kirin.
Di merasîmê de, berxwedana gelê Kurd ya li Serêkaniyê û Helebê jî hat silavkirin. Li gundê Telef yê girêdayî navçeya Cinderesê jî, ji bo rêveberê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Kemal Henan yê di encama êrîşa sekvanên rêjîmê de li taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da merasîmek hat li darxistin.
Tevî Serokê Partiya Yekîtî Muhyedîn Şêx Alî bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Nûnerê Yekîtî Kamîran Bêkes di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîd Kemal têkoşîna xwe dewam bikin.
Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Kemla Xerza jî weha axivî:
"Xwîna pakrewanên ku ji bo azadiyê diherike, wê bibe misogeriya yekîtiya gelê Kurd. Yekîtiya gelê me, wê li pêşiya hemû êrîşan bibe asteng."
Serokê Partiya Yekîtî Muhyedîn Şêx Alî xwedî derketina gel li cenazeyê Şehîd Kemal Henan silav kir û weha got: "Kemal Henan şehîdê gelê Kurd e. Ew ne yê yekemîn û wê nebe yê dawî jî. Hovîtiya rêjîma Baas heta niha bû sedem ku 60 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest bidin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe, mafê azadiya gelê Kurd bidest bixin."