5'emîn salvegera berxwedana Zapê
5'emîn salvegera berxwedana Zapê
5'emîn salvegera berxwedana Zapê
Heta operasyona Zapê jî Tevgera Azadiyê ji bo aştiyeke mayinde tevdigeriya. Ligel vê hewldanê hikûmeta AKP’ê dest bi dîplomasiya şer kir û di 21’ê sibatê de dest bi operasyona Zapê kir. Gerîla di 2 rojan de pişta artêşa tirk şikand
Beriya berxwedana Zapê hewldanên Tevgera Azadiya Kurd ji bo aştiyeke mayinde bûn. Berovajî vê yekê hikûmeta AKP’ê ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê li dewletan digeriya.
Civîna 5’ê mijdara 2007’an a li DYA’yê mînaka vê yekê ye. Wê demê DYA jî Tevgera Azadiya Kurd wekî ‘dijminê hevpar’ îlan kir. Bi vê re êdî helwesta Tirkiye û DYA’yê aşkera bû. Piştî vê hevdîtinê balafirên şer ên artêşa tirk bênavber Herêmên Parastina Meydayê bombebaran kirin. Tirkiye li hemberî kurdan careke din şer îlan kir.
Tevgera Azadiya Kurd beriya berxwedana Zapê ji bo pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibe tevdigeriya. Lê dewleta tirk li hemberî hemû hewldanên Tevgera Azadiya Kurd a ji bo aştî û çareseriyê dest ji dek û dolaban berneda. Hikûmeta AKP’ê li aliyekî di meclîsa xwe de teskereya derveyî sînor derxist, li aliyê din jî dest bi dîplomasiya şerê bi Tevgera Azadiyê kir. Ji bo vê yekê jî di serî de li dewletên herêmê û dewletên Ewropayê geriya. Fînala van hevdîtin di civîna 5’ê mijdarê ya li DYA’yê pêk hat bû. Erdogan li Qesra Spî bi Serokdewletê DYA’yê Bush re hevdîtin pêk anî. Piştî civînê Bush bi daxuyaniya ‘PKK dijminê me yê hevpar e’ da. DYA di her alî de piştgirî da Tirkiyeyê. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan ev hevdîtin wekî parçeya planên DYA ya li Rojhilata Navîn bi nav kir.
ÊRÎŞA EWIL DEST PÊ KIR
Hikûmeta AKP’ê ku piştgiriya derve girtibû dest bi amadehiya operasyona dersînorî kir. Artêşa tirk bi hezaran leşkerên xwe şand ser sînor û li ser xeta Çelê û Şemzînanê bi cih kir. Di 2’ê kanûna 2007’an de herêma Zap û Çemçoyê bi obus, katuşya û hawanan bombebaran kir. Piştî vê bombebaranê di 26’ê kanûnê de vê carê balafirên şer herêma Qendîl û Zapê bombebaran kirin. Di encama vê bombebaranê de 2 kurdistaniyên sivîl şehîd ketin. Rojek şûnde vê carê artêşa tirk bi balafirên şer, helîkohterên kobra, tank û 500 leşkerên taybet êrîşî herêma Geliyê Reş a Xakurkê kirin. Gerîlayên HPG’ê ji sê aliyan ve li leşkerên tirk xistin û di encama çalakiya gerîlayan de 8 leşker mirin û 4 leşker jî birîndar bûn. Li ser vê derbê leşkerên tirk di 19’ê kanûnê de ji herêma Geliyê Reş reviyan.
ÊRÎŞ VALA HATIN DERXISTIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan ev rewş wekî ‘tevgerîna nerm’ bi nav kir û wiha got: “Ev êrîşa li hemberî Zapê ji bo gerîlayan aciz bikin, di baregehên gerîlayan de derbê li gerîla bixin û çeper gerîlayan hilweşînin pêk anîn.” Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê yê wê demê Dr. Bahoz Erdal jî hewldanên artêşa tirk wekî “Li aliyekî dixwazin hedefa xwe di bin çewisandinê de bihêlin û li aliyê din jî amadehiyên xwe temam bikin” nirxand.
Artêşa tirk piştî êrîşên hewayî di 21’ê sibata 2008’an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi navê ‘Guneş’ operasyona bejayî da destpêkirin. Armanca vê operasyonê bi êrîşên lezgînî Biryargeha Navendî ya HPG’ê dorpêç bikin. Gerîlayên HPG’ê bi berxwedana xwe li hemberî leşkerên artêşa tirk bendek danîn.
BI ALIYAN VE ÊRÎŞ KIRIN
Di dema operasyona Zapê de Fermandarê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal der barê operasyonê de wiha axivî: “Di bin vê bombebaranê de artêşa tirk ji sê aliyan ve dest bi operasyonê kir. Aliyê yekemîn ji aliyê Colemêrgê tabûra Serê Sêvê dest bi tevgerê kir. Armanca wê herêma Çiyayê Reş desteser bike. Li ser vê derê aliyê rojavayê Zapê dorpêç bike. Aliyê duyemîn a operasyonê ji ser Qereqola Êrîşê girê Herekolê û ji wir jî Şkefta Birîndara desteser bike û li wir bi cih bibe. Aliyê sêyemîn a operasyonê dîsa ji ser Qereqola Êrîşê xeta Bircela, Cîlayo biçûk û Şamkê têxe destê xwe û ji wir têkeve herêmên Çemço û Sîdayê. Armanca ev aliyê operasyonê ew e ku Biryargehê rasterast dorpêç bike. Di aliyekî de jî dixwest bi xapandinê vê derê desteser bike.”
ARTÊŞA TIRK ŞIKEST
Dr. Erdal di domandina axaftina xwe de li ser berxwedana gerîlayan rawestiya û ev tişt anî ziman: “Aliyê operasyonê ya yekemîn ku dixwest Çiyayê Reş têxe destê xwe, di roja duyemîn de gerîla êrîş birin ser leşkeran. Di vî şerî de gelek leşker hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Çend rojan nikarîbûn bihatana mirî birîndarên xwe ji herêma şer bibin. Piştî vê şikestinê êrîşeke wisa bi bandor pêk nehat.”
Îlker Başbug wê demê çû Çelê û gelekî dixwest di vî alî de pêşve biçin, lê nikarîbûn gavekê jî bavêjin. Dawiyê paşve vekişiyan. Piştî vê yekê careke din ji aliyê Çiyayê Reş operasyon çênebû. Leşker di 2 rojan de ji wir hatin qewirandin.
PAŞVE VEKIŞIYAN
Ê ku êrîşa leşkeran ewilî dît gerîla Cegerxwîn bû. Gerîla Cegerxwîn wê demê bi van hevokan anî ziman: “Wextê ku ez çûm cihê nobetê min 3 leşker dîtin.Bi lezgînî ez hatin cem fermandarê xwe û min ev yek ji wî re got. Wê demê nêzî hezar leşker hatibû herêma Çiyayê Reş. Hemû hevalên me cihê xwe girtin. Ji bo em derbê li leşkeran bixin em di cihê xwe de nedisekinîn. Wextê ku nêzîk bûn me wan xist kemînê û li wir 22 leşker hatin kuştin. Bi vê derbê de şikestinek mezin di nav artêşa tirk de çêbû. Xwestin vê carê bi alîkariya helîkopterên kobra û bombebarana topêr obusê bimeşin. Me bi berxwedaneke mezin ev êrîşa wan jî şikand. Herî dawî neçar man ku paşve vekişin.”
ÊRÎŞÊN AKP’Ê BI DAWÎ NEBÛN
HPG’ BÎLANÇOYA ji roja 1’ê cotmeha 2006’an ku agirbest îlan kiribû heta 1’ê kanûna 2007’an ji raya giştî re aşkera kir. HPG’ê diyar kir ku di nava 14 mehan de artêşa tirk 579 operasyon pêk anine û li hemberî Herêmên Parastina Medyayê jî 39 êrîş pêk anîne.
Bi vê bîlançoyê helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî çareseriyê jî aşkera bû. Artêşa tirk di 8’ê cotmeha 2007’an de li Gabarê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di vê operasyonê de gerîlayên HPG’ê derbek mezin li leşkeran xist û gelek leşker hatin kuştin. Di nava van leşkeran de leşkerê bi navê Kasim Aksoy hebû. Artêşa tirk navê keça leşkerê hatibû kuştin Guneş li operasyona Zapê kir.
Wê demê sonda ‘Tolhildanê’ dixwarin. Bi vê yekê dixwestin gelê tirk bikin şirîkê şerê xwe.Di 20’ê sibata 2008’an de serê sibê saet di 09:30-10:00’an de balagirên şer ji Amedê û Meletiyê rabûn û herêma Zapê bênavber heta saet 17:00’an bombebaran kirin. Bi vê êrîşa hewayî re ji qereqolên ser sînor jî herêma Zapê bi topên obusê û yên hawanê avêtin bombebaran kirin.