5 kes li Êlihê hatin girtin

5 kes li Êlihê hatin girtin

Ji 6 kesên li Êlih û bajaroka Kaniyahenê yên hatin binçavkirin 5 jê hatin girtin.

6 kesên li navenda Êlihû bajaroka Kaniyahenê ya navçeya Hezo bi îdîayên "endamên rêxistinê", "alîkariya malî û lîjîstikê pêk anîn" û "kes ji çiya re şandin" hatin binçavkirin sewqî Adliyeya Amedê hatin kirin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê Seîd Yaman serberst hate berdan û Şehmus Savdî, Emîn Mendî, Kerîm Çîftçî, Şemsettîn Tunç û Îdrîs Sunar jî bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û bi heman hincetan piştî îfadeyên dadgehê hatin girtin.