5 meh in hay ji leşkerê ji Wanê nîne

5 meh in hay ji leşkerê ji Wanê nîne

Li nava artêşa Tirk, ku timî bi 'xwekuştina' leşkerên Kurd dikeve rojevê, ev 5 meh in hay ji leşkerê ji Wanê Cûmalî Ozdemîr nîne, ku li Îzmîtê leşkerî dikir.

Kasim Ozdemîr ê li Wanê dijî anî ziman ku ev 5 meh in hay ji kurê wî Cûmalî Ozdemîr (21) nîne, ku hat îdîakirin fîrar kiriye.

Kasim Ozdemîr ragihand ku kurê wî Cûmalî li leşkeriyê di nava 5 mehan de sê caran fîrar kiriye. Ev 5 meh in hay ji Cûmalî Ozdemîr ê timî cihê wî dihat guhertin, nîne. Rayedarên leşkerî dibêjin ku Cûmalî Ozdemîr beriya 5 mehan fîrar kiriye. Malbata Ozdemîr dê serî li Komeleya Mafên Mirovan û Baroyê bide û bixwaze ku aqûbeta Cûmalî Ozdemîr bipirsin.

‘SÊ CARAN FÎRAR KIR’

Ozdemîr diyar kir ku kurê wî yekîneya xwe ya ecemî li Manîsayê kir, ji vir ew şandin Qibrisê û dûre jî ji bo leşkeriya xwe ya mayî bike ew birine Îzmîtê. Ozdemîr anî ziman ku kurê wî di nava vê demê de sê caran fîrar kir û got, "Lê belê her carê min ew qanih kir û ji nû ve radestî yekîneya wî kir."

‘KURÊ MIN PAK E Û HER TIŞTA JÊ RE TÊ GOTIN DIKE’

Ozdemîr da xuyakirin ku piştî fîrara sêyemîn kurê wî lê geriyaye û got, "Kurê min qet neçû dibistanê. Kurekî pak e, kî jê re çi bêje dê bi ya wî bike. Ne bawerim ji ber zehmetiyan ji leşkeriyê reviyaye, ji xwe welê bûya dê ji min re bigota. Ez bi guman ku ya hatiye kuştin yan jî ji aliyê hina ve hatiye bikaranîn. Ji ber ku dema herî dawî lê geriyam, ew bi min re neaxivî, di telefonê de yekî din hebû, ji min re got, 'kurê te fîrar kir, niha li cem min e.' Dûre jî telefon girt, careke din jî negeriya. Ev 5 meh in haya me jê nîne."

‘MIN SERÎ LI DOZGERIYA KOMARÊ YA WANÊ DA’

Bav Ozdemîr da zanîn ku wî serî li Dozgeriya Komarê ya Wanê daye û der heqê kurê wî de fermana lêgerînê hatiye derxistin û got, "Me pirsîn, fermandarên wî jî ji me re gotin 'fîrar kiriye'. Lê belê ji bo bizanibim ka çi qewimiye û aqûbeta kurê xwe hîn bibim, ezê biçim yekîneya wî ya li Îzmîtê, ezê serî li dozgeriya li wê derê, Komeleya Mafên Mirovan û Baroyê bidim. Ji bo dîtina kurê min çi pêwîst be ezê bikim."

Bav Ozdemîr rica kir ku kî kurê wî bibîne serî li ÎHD ya bajarê lê ye, bidin.