5 şervanênYPG’ê hatin oxirkirin

5 şervanênYPG’ê hatin oxirkirin

Li Helebê cenaz 5 şervanên YPG'ê yên ku li Eşrefiyê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve ber bi Goristana şehîdan ya Qaziqlî ya Efrînê hatin oxirkirin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin, îro di saet 9.00 an de bi hezaran kes li ber dibistana Yasîn Yasîn kombûn û 5 şervanên YPG'ê yên ku di pevçûnên li Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabûn ber bi goristana Şehîdan a li Qaziqlî ya Efrînê hatin oxirkirin, li wir wê bi merasîmeke dê bispêrin axê.

Tûgaya Şehîdên Helebê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivskî ku weşand navê 5 şervanên xwe yên ku di pevçûnên Eşrefiyê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên wan ên dîl hatine girtin bi îşkenceyê hatine qetilkirin. YPG’ê peyam da ku ew ê êrîşan bê bersiv nehêlin û diyar kir pevçûn didomin.

Tûgaya Şehîdên Helebê navê 5 şervanên xwe aşkere kir :  Selah Reşîd bi nasnav(çiya) 20 saliye,navê bav Îbrehîm, navê dayikê Hediya, li gundê Koxerê ya navçeya Mabata ya Efrînê jidayik bûye. Di nîsana 2012 tevlî refên YPG'ê bû.

Elî Mihemed ê 22 salî, navê bav Mihemed navê dayikê Nadya, li gundê Oxcelê ya Efrînê jidayik bûye. Zewiciye û di nava komîteya Tenduristiyê ya Helebê ciyê xwe digirt. Ji destpêka 2012 an de tevlî refên YPG'ê bûye.

Îbrahîm Pîram bi nas nav(Îbo) 27 saliyê, navê bav Hemîd, navê dayikê Meryem, ji gundê çela ya Efrînê ye. Di sespêka 2012 an tevlî YPG'ê bû. 

Xelîl Îrahîm Entabî ê 25 salî, navê bav Xelîl, navê dayikê Xedîca ji gundê Erabo ya Efrînê ye. Di despêka 2011 tevlî refên YPG'ê bû.

Ebdulrehman Hisên bi nasnav Şêxo yê 30 salî, navê bav Ebdiyan, navê dayikê Emîna. Ji gundê Hemam yê Şêx Hedîd a Efrînê ye, zewiciye û bavê 3 zarokane. Di despêka 2012 tevlî refên YPG'ê bû.

Nûçeya peywendîdar:
YPG: Li Helebê şervanên me bi îşkenceyê hatine qetilkirin