5 tevgerên din beşdarî projeya rêveberiya xweseriya demokratîk bûn

5 tevgerên din beşdarî projeya rêveberiya xweseriya demokratîk bûn

Li Rojavayê Kurdistanê 5 tevgeran û kesayetekî ji bo tevlîbûna projeya rêveberiya xweseriya demokratîk serlêdan kirin û serlêdana wan ji aliyê Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî ve hate qebûlkirin.

Piştî îlankirina projeya rêveberiya xweseriya demokratîk û destpêkirina amadekariyên wê, sazî, tevger û kesayetên serlêdana tevlîbûnê dikin jî zêde dibin. Hate gotin ku heta niha gelek sazî û rêxistinan ji bo tevlîbûna projeyê serî li Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî ya projeyê dane.

Dîwana Meclîsê Çêkirina Qanûnan jî ji bo nirxandina  serlêdanan duh li Navenda Peywendiyên Dîplomatîk civiya. Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin,  endama Dîwana Meclîsê Nezîre Gewriye agahî dane  ANHA’yê. Nezîre Gewriye destnîşan kir ku ji bo tevlîbûna projeya rêveberiya xweseriya demokratîk gelek serlêdan çêbûne û wan jî ev serlêdan nirxandine. Gewriye diyar kir ku wan di encama nirxandinan de hinek serlêdan qebûl kirine û navên saziyên serlêdanên wan hatine qebûlkirin wiha rêz kirin: “Mala Ezîdiyan, Tevgera Civak  Hevbeş, Tevgera Guhartina Demokratîk a Kurdistanê, Komeleya Keskayî ya Parastina Xwezayê, Meclîsa Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê û rewşenbîr Hesen Zaza”

Gewriye anî ziman ku wan hemû serlêdan ne nirxandine wiha dom kir: “Ev mehek e gelek serlêdan ji bo tevlêbûna rêveberiya xweseriya demokratik gihîştine ber destê me, lê me karîbû tenê li ser hinekan rawestin. Yên din emê di dema pêş de binirxînin.”

Nazîra Gewriye destnîşan kir ku ew ê bi awayekî nivîskirî biryarên xwe bigîhînin sazî û kesayetên ku serlêdanên wan hatine pejirandin.