50 çeteyên El Qaîdeyê li Efrînê hatin kuştin
50 çeteyên El Qaîdeyê li Efrînê hatin kuştin
50 çeteyên El Qaîdeyê li Efrînê hatin kuştin
Pevçûnên li herêma Cindêrisê yên navbera hêzên YPG û komên çete de dewam dikin. Hat ragihadin, ku di şerên ji duh ve heta niha 50 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nusra hatine kuştin.
Li gora çavkaniyên herêmî şerên di navbera YPG’ê û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nusra li herêma Cindêrisê heta niha didome. Çavkaniyan dan zanîn di şerê ji duh sibêhe heta niha de 50 endamê El Qaîde hatine kuştin û 3 cenazeyên van koman ketine destê YPG’ê.
Çavkaniyan diyar kirin ku ji nava Atmê û ji wargeha li ser sînorê Tirkiyê ya konên penaberan lê hatine vedan komên El Qaîde bi topên hawanan û çekên giran êrîşî çeperên YPG’ê yê Cindêrisê dikin. Beşek ji wargeha konan li nava sînorê Tirkiyê ye. Tê gotin El Qaîdeyê beşek ji çekên xwe yên giran, li wargeha penaberan bicih kiriye.