500 Êzîdî wê li Erxeniyê bên bicihkirin

500 Êzîdî wê li Erxeniyê bên bicihkirin

Êzidiyên ji herêma Şengal û Şêxan koç kirin û hatin Amedê nêzî 500 kes wê li daîreyên ku şaredariya Erxeniyê kirê kirine bên bicihkirin.

Hevşaredarê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş diyar kir ku wê nêzî 500 Êzidiyên li Amedê dimînin li Erxeniyê bicih bikin û ji bo vê jî  ji hemû sazî û lijneyên sivîl ên navçeyê banga alîkarî û hesasiyetê kir. Kartalmiş diyar kir ku beriya zivistanê ji bo ji gelê Êzidî re cih peyda bikin amadekariyên xwe didomînin û got: “Li navçeya xwe me di avahiyan de xanî kirê kirin. Em ji welatiyên xwe jî dipên ku ji bo van welatiyên bibin alîkar. Em di vê mijarê de ji gelê xwe yê Êzidî li bende alîkariyê ne. Em bi vê bawer in. Ev mesele ne meseleya etnîkî ye. Ev meseleya helwestê ye. Ev nirxên me yên mirovahiyê eleqeder dike. Van mirovan her tiştên xwe li pey xwe hiştine û çûne. Îro ev mirov ewlehiyê dixwazin. Dixwazin jiyana xwe bidomînin. Em dipên ku gelê me yê Erxeniyê piştgiriyê bidin gelê me yê Şengalê û xwedî li wan derkevin.”

Kartalmiş diyar kir ku hewcedariya gelê Êzidî bi nivîn, amûrên malê û xurekê heye û her kes alîkariyên xwe dikarin bînin nuqteya berhevkirinê ya Şaredariya Erxeniyê.