59'emîn danişîna doza KCK'ê destpê kir
59'emîn danişîna doza KCK'ê destpê kir
59'emîn danişîna doza KCK'ê destpê kir
Doza KCK'ê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin di bin dorpêça leşker û polîsan de li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir. Rûniştinê dîsa bi xwendina delîlan destpê kir.
16'emîn rûniştina doza KCK'ê ya sereke a 59'emîn danişîna wê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd 4 salin tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di bin dorpêça leşker û polîsan de destpê kir. Sere sibê girtiyên siyasî bi maşîneyên ringê ji girtîgehan anîn avahiya edliyê. Girtî di bin dorpêça polîs û leşkeran de derxistin salonê. Di rûniştina îro de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak Rojnameger Tayip Temel, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Şaredara Dêrikê Çaglar Demirel û Şaredarê Cizîrê Aydın Budak jî di navde 46 jê girtî 6 serbest bi tevahî 51 kes amade bûn. Di rûniştina ku delîlên der barê Cîgirê Şaredarê Qoserê û endamê komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk Selanik Oner de hatin xwendin.
Li bendê ye ku heyeta dadgehê pişti rûniştina îro biryara navberê bide.