59’mîn rûniştina doza qirkirina siyasî îro dom dike
59’mîn rûniştina doza qirkirina siyasî îro dom dike
59’mîn rûniştina doza qirkirina siyasî îro dom dike
59'emîn rûniştina doza qirkirina siyasî ya Amedê bi parastina endamê Komîsyona Rêveberiyên Ekolojîk û Herêmî ya DTP'ê Turan Genç berdewam kir. Genç di parastina xwe de got: “Ez demek dirêj di nav PKK’ê de mam. Min feraseta xwe ya siyasî û felsefeya jiyana xwe ji PKK’ê girtiye. Ji ber vê yekê heyeta dadgehê divê jiyana min li ber çavan bigre û gorî wê nêzî min bibe.”
59'emîn doza qirkirina siyasî ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedar tên darezandin, li 6'emîn Dadgeha a Cezayê Giran a Amedê dom kir. Dozê bi xwendina îfadeyên derbarê endamê Komîsyona Rêveberiya Ekolojîk û Herêmî ya DTP'ê Turan Genç de destpê kir. Di vê beşa îdianameyê de Genç û hin hevalên wî bi îdiaya di nîqaşên xwe de xwestine; "Modela dewletê biguherin” derbas dibû. Li ser vê yekê Genç, parastina xwe kir û wiha got: “Em nîqaşên rêveberiya herêmî nîqaş dikin, em dewletê nîqaş nakin. Ev jî mafê me yê herî xwezayî ye. Li aliyê din mafê me yê kîjan saziyên dewletê kêm e, li hemberî demokrasiyêye yê nîqaşkirinê jî heye.” Bila vê ji me re ispat bike. Em dixwazin siyasetê di cihê wê de nîqaş bikin. Mafê kesî tune ku li vir siyasetê nîqaş bike.”
Genç anî ziman ku, ew nêzî 10 salan di nava PKK’ê de maye û piştî ji girtîgehê derketiye îdiaya bîranînên xwe yê di nava PKK’ê de ji hevalên xwe re parvekiriye di îdanameyê de cih girtiye û wiha axivî: “Gava ez ji girtîgehê derketin min li vir siyaset kir. Ez demek dirêj di nava PKK’ê de man. Min feraseta xwe ya siyasî jî û felsefeya xwe ya jiyanê jî ji PKK’ê girt. Ji bo wê jî divê heyeta dadgehê jî jiyana min li ber çavan bigire. Niha tu têkiliya min bi PKK’ê re tune, ez derbasî siyasetê bûm. Di vê siyasetê de jî tecrûbeyên min ji PKK’ê girtine ez dixwazim di siyasetê de bi kar bînim. Ez nikarim van tecrûbeyan ji nedîtî va bêm.”