6 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin şandin Amedê
6 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin şandin Amedê
6 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin şandin Amedê
Ji 9 kesên îro danê sibê di serdegirtinên malan ên li navçeya Şirnex Cizîrê de hatin binçavkirin 6 jê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê şandin Amedê.
Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, Amîriya Buro ya Têkoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta li Cizîrê, îro danê sibê bi maşînên zirxî li taxên Cûdî û Nûrê operasyon lidar xist. Di encama serdegirtina malan de tevî zarokan kesên bi navê A.G, Î.A., Y.K, K.G, S.B., K.K., M.K., H.E., S.E. hatin binçavkirin.
Ji binçavkiriyan 6 kes destpêkê birin Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê. 6 kesên ku li vê derê îfadeyên wan hatin girtin, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê di bin çavdêriya polîsan de şandin Amedê.
Hat hînbûn lêpirsîna 3 zarokan a li Muduriyeta Emniyetê ya Cizîrê hînê dewam dike.