6 milyon û 500 hezar welatiyên Sûriyeyê koç kirin
6 milyon û 500 hezar welatiyên Sûriyeyê koç kirin
6 milyon û 500 hezar welatiyên Sûriyeyê koç kirin
Li gorî daneyên saziyên navneteweyî di şer û tundiya li Sûriyeyê de zêdetirî 6 milyon û 500 hezar kesan malên xwe terk kirin û koçber bûn. Ji van 4 milyon li ser xaka welatê xwe koçber bûne, milyonek û nîvek jî li Tirkiyeyê, Lubnan, Urdun û Başûrê Kurdistanê belav bûne.
Li gorî daneyên hatine dayîn, penaberên Sûriyeyê li 19 wargehên penaberan, li hezar û 400 deveran belav bûne. Li gorî lêkolînan ji van wargehan 9 li Tirkiyeyê (2 Riha, 3 Dîlok, 2 Kilîs, yek Mêrdîn û yek jî Semsûr), yek jî li Başûrê Kurdistanê ya bi navê Wargeha Domiz e. Kampa Domiz ji aliyê Navenda Saziya Mafê Mirovan û Azadiyê (ICDHRF) ve weke "Wargeha mirinê" hatiye binavkirin. Li Wargeha Domiz ku şert û merc gelekî zor in, zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek nexweşî derketin holê.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ji bilî van wargehan hikûmeta Başûrê Kurdistanê dê wargeheke nû li Silêmaniyê û yekê jî li Hewlêrê veke.
Di lêkolînan de tê gotin ku li Urdunê jî Wargeha Zeterî ku li Çola Urdun hatiye vekirin û zêdetirî 150 hezar penaberên Sûriyeyê hatine bicihkirin. 2 wargehên din li herêma Mirêj El-Fehûd ku 85 kîlometre dikeve bakurê paytexta Urdun Amanê ji bo 5 hezar û 500 penaberan hatine amadekirin. Di van wargehan de jî rewşa jiyanê gelekî dijwar e.
Li Lubnanê jî derdora hezar û 400 deverên ku koçberên Sûriyeyê lê belavbûne hene. Li gorî daneyên Saziya Neteweyên Penaberan hejmara penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê zêdetirî 500 hezarî ye. Tê gotin ku ev hejmar li gorî derfetên Lubnanê zêde ye û gelek penaber di konan de hatine bicihkirin.
PENABERÊN JIN RASTÎ TECAWIZÊ TÊN
Penaberên Sûriyeyê ku di wargehên penaberan ên li welatên cîran hatine bicihkirin di rewşeke zehmet de dijîn. Tê gotin ku xwarin, derman û ceyran tune ye. Her wiha hate gotin gelek jinên penaber rastî tecawizê tên. Li gorî nûçeya rojnameyeke Tirk, di wargehên Tirkiyeyê de 400 jin rastî tecawizê hatine.
Çavdêran dan zanîn ku cîranên Sûriyeyê li ser rewşa penaberan siyasetê dimeşînin û ji bo valakirina herêmên seranserî sînor di nava liv û tevgerê de ne.