6’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Mêrdînê pêktê

6’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Mêrdînê pêktê

Li bajarê Silêmaniyê 5’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamya ya ku li Telahî Huner bi duruşmeya “Helebçe sembola Kurdane”, “Em dê bi tiba zanistî birînên Helebçeyê bipêçin” destpê kir, bi dawî bû. Di kongreyê de biryar hate girtin ku 6’mîn Kongre li Mêrdînê were li darxistin.

Li bajarê Silêmaniyê 5’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamya ya ku li Telahî Huner bi duruşmeya “Helebçe sembola Kurdane”, “Em dê bi tiba zanistî birînên Helebçeyê bipêçin” destpê kirî, îro rûniştinên wê bi dawî bû. Di rûniştinên îro de bijîşkên ku lêkolîn li ser nexweşiyan pêkanîn, pêşkêş kirin. Her wiha di dawîyê de li ser sîstema çareseriyan bijişkên amade pirs dikin û bersiv dihatin dayîn.

Di heman demê de lêkolinên ku hatibûn kirin, di nava wan lêkolînan de lêkolina Dr. Azad Muhamed kû di derbarê Helebçe de hatibû amadekirin bû yekemîn. Dr. Azad lêkolîn li ser nexweşiyên ku piştî çekên kîmyawî li Helebçe derketin û çareseriyên wan çine rawestiya bû. Ji ber yekemtiyê diyarîyek weke 400 dolar sembolî hate dayîn. Ji ber ku Dr. Azad ne amade bû Serokê Sendikaya Bijîşkên Silelêmaniyê Dr. Taha Mehmut diyariya girt. Her wiha ji bo hemû beşdarvanan sipasname hatin belavkirin.

Di dawiya kongreyê de pêşniyar hatin girtin ku, sala bê kongre li kîjan bajarê Kurdistanê were li darxistin. Di encama dengdanê de biryar hate girtin ku sala bêt kongre li bajarê Mêrdînê were kirin. Sala bêt dê 6’mîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li bajarê Mêrdînê pêk were.