7 cangoriyên azadiyê hatin definkirin
7 cangoriyên azadiyê hatin definkirin
7 cangoriyên azadiyê hatin definkirin
Cenazeyên 6 endamên meclîsên gundan ên Amûdê û endamekî YPG'ê ku duh di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda YPG'ê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanê YPG'ê Malik Mehemed Xelef, endamên meclîsên gundan ên Amûdê Bruksk Salih Fatimê, Îsam Ebdulrezak Hisên, Berzan Ednan Umer, Amir Fewaz Ehmed, Selman Xelîl Nayîf û Enes Zavê ku duh di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda YPG'ê ya li ser riya Amûdû Hesekê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesan ve ji Navenda Tanduristiya Gel a Amûdê hatin wergirtin.
7 cenaze ji wir ji aliyê hezaran kesan ve li ser milan 3 kîlometre bi meşê birin Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir. Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 7 cangoriyên azadiyê û alên YPG'ê hatin vekirin de, zêdebûna jin û ciwanan bal kişand. Hejmara girseya ku ji 7 salî heta 70 salî tevlî bibûn dema gihîşt goristanê gihîşt deh hezaran kesan.
Piştî meşa ku bênavber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" hatin berzkirin, li goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser Navê TEV-DEM û Yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê axaftinek kir. Dîcle Serêkaniyê diyar kir ku li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşek herêmî û navnetewî heye û tiliya hêzên wekî Tirkiyê û hinek partiyên kurd jî di nav de heye. Dîcle Serêkaniyê destnîşan kir ku ewê li dijî hemû êrîşan herêmê û destkeftiyên gelê kurd biparêzin û got ku jibo Kurdistanek xweser û azad ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtiyê heye.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Gel a Amûdê jî di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandina riya têkoşerên azadiyê hate dayîn.
Piştî axaftinan cenaze bi slogan û tîlîliyan hatin definkirin.
Şervanê YPG'ê Malik Mehemed Xelef ji bajaêr Amûdê ye. Endamên meclîsên gundan ên Amûdê Bruksik Salih Fatimê ji gundê Uzmeler, Îsam Ebdulrezak Hisên ji gundê Sixur, Berzan Ednan Umer ji gundê Qermîtlo, Amir Fewaz Ehmed ji gundê Şêx Fatimê, Selman Xelîl Nayîf ji gundê Mosko û Enes Zavê jî ji gundê Bîrzirav ê Amûdê ye.
6 Endamên meclîsên gundan piştî banga seferberiyê bi armanca parastina herêmên xwe tevlî xebatên parastinê bibûn.
Hêjaye gotinê ku bi armanca piştgiriya hêzên YPG’ê weltî ji Qamişlo, Dirbêsiy, Hesekê û deverên din ên herêma Cizîrê berê xwe dabûn Amûdê û tevlî merasîma devfinkirina 7 berxwedêrên Rojav bûn.