7 endamên El Partî li ser sûc hatin zevtkirin

7 endamên El Partî li ser sûc hatin zevtkirin

Asayîşa Navçeya Cindirêsê roja duşemê 7 endamên El Partî ya girêdayî Ebdulhekîm Beşar, dema amadekariyên êrîşek li hember bendên kontrolê yên YPG'ê dikirin, binçav kirin. Wekî din endamê El Partî Cîger Hemo di jêpirsînê de li xwe mukur hat ku wî êrîşa bombeyî ya li Qada Civakî ya 22'ê Tebaxê ku di encamê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, pêk aniye.

Çavkaniyên Asayîşê diyar kirin ku yekîneyên wan şeva duşemê 7 endamên El Partî binçav kirine. Çavkaniyên Asayişê destnîşan kirin ku bi endamên El Partî re gelek çekên kelaşînkof, demançe, bombeyên destan û dûrbînên şevê jî hatine desteserkirin. Bi heman kesan re her wiha belgeyeke ku fermana partiyê tê de heye hate desteserkirin.  Hate diyarkirin ku kesên hatine binçav kirin amadekariyên êrîşek li hember bendên kontrolê yên YPG'ê dikirin.
 
Hêzên asayişê di heman rojê de 3 endamên El Partî yên bi navê Mehemed Emîn Ebdo, Ehmed Zekeriya Xeyrî û Hisên Ehmed Berekat binçav kiribûn. Bi van kesan re jî 2 bombeyên destan, 2 cîhazên bêtel û dûrbînek hatibûn desteserkirin.
 
Jêpirsîna kesên hatine binçavkirin didome. 

ENDAMÊ EL PARTÎ CÎGER HEMO LI XWE MUKUR HAT

Di vê navberê de, çavkaniyekî Asayişa Efrînê ragihand ku endamê El Partî Cîger Hemo di jêpirsînê de li xwe mukur hat ku wî êrîşa bombeyî ya li Qada Civakî ya 22'ê Tebaxê ku di encamê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, pêk aniye..

Çavkaniyê Asayişê aşkera kirin ku Hemo di lêpisrînan li xwe mukur hatiye ku ew berî 4 mehan bi rêya kesên bi nave Mistefa û Hoşeng Şêx Seydê tevlî nava El Partî bûye.

Hemo aniye ziman ku kesê binavê Mistefa Şêx Seydê bombeya ku di kîsekî reş de bû daye destê wî û gotiye ku ew ê bombeyê li Qada Civakî biteqînin. Di êrîşa bombeyî ya li Qada Civakî ya 22'ê Tebaxê ku de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hêzên Asayişa Efrînê kesê bi navê Beyazid Mehmo Mihammed bi navê kod Bozan girtibû. Bozan jî li xwe mukur hat ku wî êrîşa bombeyî ya li dijî Akademiya Çapemeniya Azad a 4'ê Îlonê pêk aniye. Hêzên Asayîşê derbarê buyerê li cihê bûyerê tetbîqat çêkir.