7 jin ji Girtîgeha Çewlîkê sirgûnî Gebzeyê kirin

7 jin ji Girtîgeha Çewlîkê sirgûnî Gebzeyê kirin

Her roj girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê girtî sirgûnî girtîgehên din dikin. Vêcarê jî 7 jin ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê sirgûnê Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê hatin kirin.

Sirgûna girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê girtî berdewam dike. Piştî girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina zimanê zikmakî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û di 18'ê mijdarê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn, zext û zora li ser girtiyan zêde dibe. Herî dawî jî li Girtîgeha Çewlikê 7 girtiyên ji doza PAJK'ê hatin sirgûnkirin. Hat zanîn ku girtiyên bi navê Hanim Çeşme, Mizgîn Aydin, Ferîştah Kit, Ayşe Nazlier, Emîne Yilmaz, Emîne Îpek û Surreya Bulut sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê hatin kirin.