7 rêvebirên BDP'ê serbest hatin berdan

7 rêvebirên BDP'ê serbest hatin berdan

Li navçeya Mukusê ya Wanê bi boneya di salvegera komkujiya Sundusê de kon vedan 7 rêvebirên BDP'ê hatibûn binçavkirin û rêberên BDP'ê serbest hatin berdan.

Li navçeya Mukusê ya Wanê di encama operasyonê de rêvebirên BDP'ê Hanim Hazir, Medenî Daler, Fatîh Orhan, Cevat Yalvaç, Ehdînur Erdîr, Cevat Taş û Muhtesun Yalvaç hatibûn binçavkirin û di saetên serê sibê de rêberên BDP'ê sewqî Adliyeya Mukusê kirin.

7 rêveberên BDP'ê bi hinceta di salvegera komkujiya Sundusê de kon vedane hatin binçavkirin û dozgeriyê ev pirs ji BDP'iyan pirsî; 'We çima kon veda? We çima mewlûd da? Gelo tesaduf bû ku di salvegera komkujiya Sundusê de hat vedan? Kî xwarin dida we û peywira we çi bû? Kî pankart nivîsand?' Piştî ku li dozgeriyê îfade hat dayîn BDP'î serbest hatin berdan.