7 zarok ji Colemêrgê sirgûnî Enqere yê kirin

7 zarok ji Colemêrgê sirgûnî Enqere yê kirin

7 zarokên li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê, ji Colemêrgê sirgûnî Girtîgeha Enqereyê hatin kirin.

Li Colemêrgê di 11'ê kanûnê de 7 zarok ji Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê bêyî agahiya malbatan sirgûnî Girtîgeha Islah û Ciwanan a Enqereyê hatin kirin. 7 zarokên bi navê H.D., R.D., B.T., F.E., S.D., M.K. û D.A. di 1'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin û girtin. Malbatên zarokên ku hatin sirgûnkirin Serî li Şaxa ÎHD'ê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.
Malbatan anîn ziman ku piştî zarokên wan hatin sirgûnkiin 4 roj şûnde rayedaran ew agahdar kirine. Malbatan anîn ziman ku hêj dadgeha zarokên wan derdewam dike û bi lezgîn kom kirine û sirgûnî Enqereyê kirine. Malbatan alîkarî ji ÎHD'ê xwest û xwest her kes ji bo zarokan hestiyar tev bigerin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmalil Akbulut jî anî ziman ku li gelek girtîgehan sirgûn zêde dibin û ev pêkanîn polîtîkaya hikûmetê ye.
Akbulut, anî ziman ku bi zanebûn û taybet girtiyan sirgûnî bajarên dûr ên rojava dike û ev yek bi zanebûn tê kirin.
Malbatan piştre çûn serî li Baroya Colemêrgê da û alîkariya hiqûqî xwestin.