70 jinên girtî ji ber daxwazên xwe hatin cezakirin

70 jinên girtî ji ber daxwazên xwe hatin cezakirin

Girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê di derbarê binpêkirina mafan a nameyek şand û xwest her kes li hemberî vê yekê bi hîstyar tev bigerin. 70 jinên girtî ji ber daxwazên xwe anîn ziman hatin cezakirin.

Li girtîgehan binpêkirina mafan a li ser girtiyan zêde dibe. Li Girtîgeha Şakrane jî her tim zext û zordariya li ser girtiyan didome. Pêkanîna keyfî li Girtîgeha Şakranê her ku diçe berdewam dikin. Girtiyên jin ên Girtigeha Şakranê bi nameyekê pêkaninên li ser xwe girtiyan didomin nivîsandin. Jinan anîn ziman ku, ji bo ew van pêkanînên keyfî şermezar bikin li deriyan dan û xwestin di derbarê çareseriya van pirsgirêkan de bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin pêk bînin.

Jinan da zanîn ku, li gel daxwazên wan ên hevdîtinê muxatab nehatin girtin û wiha got: "Piştî çend rojan em bi Midûrê Girtîgehê re axivîn û me pirsgirekên xwe anîn ziman. Lê di helwest û sekna rayedaran a li hemberî girtiyan te tu tişt nehat guhertin. Ji ber ku me daxwazên xwe bi lêdana deriyan anî ziman pişt re di derbarê me de bi îdîaya "Zerar daye malê cemaweriyê" li 70 hevalên me yên jin lêpirsîn dan destpêkirin. Dixwazin di navbera 3 û 12 rojan de cezayê hucreyê li hevalên me bibirin. Ji ber vê yekê di derbarê me de lêpirsîn hat vekirin.

Me di 8'ê Adarê Roja Jinan de li salonên dadgeha rojên xwe derbas kirin. Daxwazên me yên kurdî hatin redkirin. Em rasti gefan tên. Wekî her kes dizane salek girtîgeha Şakranê bûye. Lê herî zêde ji ber pêkanînên dijmirovahî ji rojevê dernakevin.

Em bang li cemaweriyê dikin ku li hemberî van pêkaninan bi hîstiyar tev bigerin."