72 Saziyên Sivîl yên Amedê banga îstîfakirina walî kirin

72 Saziyên Sivîl yên Amedê banga îstîfakirina walî kirin

72 saziyên sivîl yên Amedê bertek nîşanî helwesta Waliyê Amedê Mustafa Toprak dan û xwestin Walî Mustafa Toprak îstîfa bike. 72 saziyên Amedê diyar kirin ku, êdî tu rewatiya Walî nemaye û xwestin êdî îstîfa bike.

Li Amedê 72 saziyên sivîl ên civakî ku di nav de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Nivîskarên Kurd, MAZLUM-DER, DÎSK, KESK, Koma Diyalogê ya Firat û Dicleyê, Dayîkên Aştiyê û Komeleya 78'an jî di nav de saziyên jinan yên Amedê jî hebûn têkildarî hatina Cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay û helwesta Waliyê Amedê Mustafa Toprak de li Mala Rojê ya Sumerparkê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de nûnerên gelek saziyên sivîl amade bûn. Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Medenî Alpkaya diyar kir ku, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî ne û xwest ev hevdîtin berdewam bikin û vegerin pêvajoya aştî û muzakereyan.

Alpkaya da zanîn ku, Wezîr Beşir Atalay hat Amedê û bi saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin kir û nêrinê wan girtin û wiha got: "Êv hevdîtin li gorî keyfa Waliyê Amedê Mustafa toprak hat kirin. Walî ji bo tevlîbûnê kêm bike û kesên nêzî xwe tevlî civînê bike ket nava hewildanan. Ev ne li gorî pêvajoya çareseriyê ye. Ev hişmendiya astengdar nayê qebûl kirin û em dixwazin Walî Toprak bi lezgîn îstîfa bike. Ger ku îstîfa nake jî êdî tu rewatiya wî nemaye."