8’emîn Konferansa Meclisa Jinan a Îştarê bi dawî bû

8’emîn Konferansa Meclisa Jinan a Îştarê bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 8’emîn konferansa Meclisa Îştar a Jinên Wargehê bi şîara “Bi ruhê Şehîd Sara hembêzkirina Rêber Apo ve, em ber bi azadiyê ve bimeşîn” bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 8’Emîn konferansa Meclisa Îştar a Jinên Wargehê bi şîara “Bi ruhê Şehîd Sara hembêzkirina Rêber Apo ve, em ber bi azadiyê ve bimeşîn” bi dawî bû. Konferans bi tevlibûna 350 delegeyan û gelek mêvanên pêk hat. Di konferansa Meclisa Îştar de endamên meclisê hatin hilbijartin û gelek biryarên giring ji bo çareseriya pisgirêkên civaki hatin destgirtin.

Di Konferansa jinên Wargehê de bi taybetî di niqaşan de li ser têkoşîna rêvebera PKK’ê Hevala Sara û hevalên wê axaftin hatin kirin û soza berdewamkirina têkoşîna wan hate dayîn. Wek tê zanîn Hevala Sara di wargehê de gelek xebat ji bo rêxistinkirina jinê dabûn meşandin. ji bona wê ji hemû jinên wargehê dema ku di konferansê de tevlibûna xwe ji niqaşan re dikir despêkê nirx û keda hevala Sara destnîşan kirin û ruhê Sakinayan disa di konferansê de şinberdikirin. Rêvebera Meclisa ÎŞTAR Asya Gabar li ser giringiya Konfiransê di vî demîde axivî û got:

“ Di pêvajoyeki bi vî awayî de li darxistina Konferansa Jinên Wargehê giringiyekî xwe ya mezin heye. Ji berk u di her bi her awayî civaka kurd li ser zilim û zordarî tê meşandin û tê helandin. Û di her aliyî de tecrît li ser Rêbertiya me didin meşandin. Her ku derbasdibe komployan li ser rêxistina me didin meşandin, divê ku em ji ber nekin dijminê me hertim li pey meye û dixwaze bi komployan me tunebike, lê emê bi rêxistinkirina xwe bidin diyarkirin ku em bi komplo û zilim û zordariya te nayên tunekirin."

LI SER RÊXISTINBÛNA JINÊ RAWESTIYAN

Bi taybetî di konferansa jinên wargehê de li ser birêxistin kirina jinê hate rawestandin. Li ser pirsên 'Wê çewa jin xwe bi rêxistin bike? Wê çawa xwe perwerde bike? Heta di malbatê de wê jin çawa xwedî gotin be? niqaş hatin kirin. Hat diyarkirin ku ji ber ku azadiya jinê azadiya civakêye û wiha hat gotin: "Di diroka jinê de, jinê gelek zor û zehmeti kişandine. Dema ku mirov li dirokê heya roja me ya îro temaşe bike têkoşina jinê ji bo azadiyê jiyanekê hevbeş  hatiye avakirin. Lê belê dema ku zilam desthilatdar dibe, hemu mafên jinê ji destdigir û wê jiyana ku jin dixwaze hevbeş bijî ji dest digire û hemûyê ji bo desthilatiya xwe bikartine. Û jinê ji bo xwe weke kole dixebitine û desthilatdariyê li ser dide meşandin. Heger jin jiyane divê ku bê jiyankirin, heger avakirina civakê bi jinê têdesgirtin, em dibêjin bihêlin ku jin vê civakê bi awayekî azad avabike û rêvebibe. Her wiha divê jin civakê li gori azadkirina hevbeş bide rêvebirin. Çawa ku em dibînin di diroka jinê de parvekirian hevbeş heye û azadiya cinsî heye, bihêlin ku jin bikaribe xwe bine ziman û diroka xwe bide jiyankirin bi awayê hevbeş. Bila jin neyê bazarkirin, bila neyê kuştin û recimkirin û bila hemû mafên wê li gorî azadiya wê ya ku diroka wê nîşandayî bê destgirtin. Heger em bêjin jin jiyane û afirandina civakê pêktine divê ku di her awayî de rêveberiya civakê bikeve di destê jinê de."

Di Konferansa Jinên Wargehê de gelek biryarên giring hatin girtin.

1. Ev konferans û xebatên ku di sala 2013’an tên kirin diyarî Rêvebera PKK’ê Heval Sara û hevalên wê hate kirin

2. Ji bo keçên ne xwendevan û yên zanîngehê kursên perwerdê werin vekirin

3. Di konferansê de bi taybet di niqaşên siyasî de hat destnişan kirin ku wê di sala 2013’an de komplo vala were derxistin û azadiya Rêber Apo were misogerkirin

4. Kampanyaya bi navê ‘ji Rêber Apo re azadî û qirkirinê bi dawêkirin’, ku ji aliyê KJB’ê ve hatibû despêkirin di qada Mexmurê de xurtkirina wê hat destgirtin

5. Ji bo çareserkirina pisgirêkên civakî û demokrasiya malbatê û bilinkirina têkoşîna cinsî hat destgirtin.

6. Ji bo çareseriya pisgirêkên civakî komiteyekî çareserkirina pisgirêkan hat avakirin

7. Cihekî taybet yê tendurustiyê ji bo jin û zarokan were avakirin

8. Biryara di her qadê de ji bo pêşxistina jinê hate girtin.

Di axaftian girtina Konferansê de Endama Meclisa İştar Perwîn Şirnax got: “ Em konferansa îsal a jinên Wargehê li Rêber Apo piroz dikin. Ji ber ku Rêber Apo giringiyekî pir mezin dide jinê û jinê weke azadiya civakê di nirxine. ji bona wê ji em vê konfiransê di kesayeta Hevala Sara û hevalên ku bi wê re giheştine şahadetê li tevayî şehîdên azadiyê dikin.” Konferans bi dirûşmeyên Bijî Rêber Apo, Bijî têkoşîna azadiya Jinê û Bijî tevgera azadiya kurdistanê bi dawî bû.