8 kamyon alîkarî ji bo Şengal û Rojava hatin şandin
8 kamyon alîkarî ji bo Şengal û Rojava hatin şandin
8 kamyon alîkarî ji bo Şengal û Rojava hatin şandin
Di pêşengiya Platforma Şaxa Mêrdînê ya KESK’ê ji bo gelê Rojava û Şengalê 8 kamyon alîkarî hatin şandin.

Ji bo gelê Rojava û Şengal li Mêrdîn û navçeyên wê ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve şandina alîkariyan didome. Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de Platforma Şaxa Mêrdînê ya KESK’ê 8 kamyon alîkariyên însanî di deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamîşlo re piştî kar û barên fermî hatin şandin.

Der barê mijarê de Serokê Şaxa Mêrdînê yê Egîtîm Sen Hamdullah Yildirim ku daxuyanî da, got ku wê alîkarî dewam bikin.