87 cangoriyên azadiyê li Efrînê hatin bibîranîn

87 cangoriyên azadiyê li Efrînê hatin bibîranîn

Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Efrînê ji 87 cangoriyên azadiyê re ku di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane merasîma bîranînê lidar xist.

Li bajarê Efrînê Saziya Malbatên Şehîdan 87 cangoriyên azadiyê yên di mehên Îlon û Cotmehê de, di salên cuda de jiyana xwe jidest dane bi merasîmekê bibîranîn. Merasîm bi beşdariya bi sedan welatiyên bajêr û malbatên şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pêkir.

Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed di merasîmê de li ser rola cangoriyên azadiyê ya di dîrokê de axivî. Her wiha Ehmed bal kişand ser êrîşên komên çete yên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û berxwedana şervanên YPG'ê silav kir.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selah Mihemed jî axivî û şehîdên şoreşê bibîr anîn.

Merasîm bi xwendina nasname û kurtejiyana 87 cangoriyan bi dawî bû.