9'ê Cotmehê li Azinge ya Rûsyayê hat şermezarkirin

9'ê Cotmehê li Azinge ya Rûsyayê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li navçaya bajarê Saratov Azigê dijîn, bi boneye salvegera komploya navneteweyî şermezar bikin di civînekê dehatin cem hev. 

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, li navçeye bajarê Seratovê Azingê ji bo komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin, duh bi şev civînek lidar xist. Civîn li mala Kurdan hat lidarxistin û ji Kurdistaniyan re berpirsê mala Kurdan  Xalid Abdiyva axaftinek kir û got: “Serokê Gelê Kurd bi komplo û planên qirêj ên dewletên neyarê Kurdan hat dîlgirtin. Em wek gelê Kurd vê komploya ti carî qebûl nakin û her dem şermezar dikin. Di kesayetiya Rêberê gelê Kurd de ev komplo li hemberî Kurdan û azadiya Kurdan hatiye kirin”

Di dewama axaftina xwe de Abdiyva diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pûç kiriye û got: “Serokê me bi îradeya xwe ya mezin ev komploya navneteweyî pûç kiriye. Ji ber vê yekê komplo îro negihaştiye armanca xwe. Emê jî ji bo azadiya Serokê xwe têkoşîna xwe bilind bikin. Bi azadiya Serok Gelê Kurd jî emê azad bibin.”

Piştî axaftina Abdiyva Kurdistaniyên beşdarî civînê bûne jî li ser rojê hestê xwe bi beşdarên civînê re par vekirin. Civîn heya derengiya şevê dewam kir.