9'ê Cotmehê li Elmanya, Swîsre û Îtalyayê hat protestokirin

9'ê Cotmehê li Elmanya, Swîsre û Îtalyayê hat protestokirin

Bi munasebeta salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Elmanyayê meş û mîtîng hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku komkujiya Parîsê dewama komploya 9'ê Cotmehê ye.

Di salvegera 15. de komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an li gelek bajarên Elmanyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat protestokirin. Meş û mîtîngên ji aliyê Federasyona Komeleyên kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ve hatin organîzekirin, wiha ne:

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiya "Em Edaletê Dixwazin" a jinên Kurd her rojên Çarşemê lidar dixe û mîtînga şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi hevparî hatin lidarxistin. Çalakiya li ber Konsolosa Fransayê ya li qada Brandenbûrger Tor hat lidarxistin, li gel girseyeke qelebalix, birayê Sakîne Cansiz Haydar Cansiz, bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez û xwişka wê Yasemîn Şaylemez beşdar bûn.

Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd li Berlînê ve hat organîzekirin de pankartên bi nivîsa "Em edaletê dixwazin" û "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne" hatin vekirin. Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî, Îngilîzî û Fransî belavok hatin xwendin û hat bibîr xistin ku 9'ê Cotmeha 1998'an destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku komkujiya li Parîsê dewama vê komployê ye û hat gotin, ku berxwedana gelê Kurd hemû komplo pûç kiriye.

HANNOVER: Kurdistanî û dostên wan ên li qada Egîdîentor a li navenda bajêr hatin cem hev, destek dan çalakiya jinên Kurd a bi navê "Em edaletê dixwazin" û komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin. Di mîtîngê de belavoka YEK-KOM'ê ya komploya navneteweyî şermezar dikir hat xwendin û ciwanên YXK'yî jî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze berhev kirin.

STÛTTGART: Mîtînga şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê bi awayekî hevpar bi çalakiya jinên Kurd a "Em edaletê dixwazin" re hat lidarxistin. Mîtînga ku li ber Konsolosa Fransayê pêk hat, ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd li Stûttgartê û Komeleya Çanda Mezopotamyayê ve hat organîzekirin. Jinên ku di çalakiyê de reş girê dan, devê xwe jî bi kevnekî reş girê dan. Di çalakiyê de belavokên ku komkujiya Parîsê û komploya 9'ê Cotmehê şermezar dikin hatin xwendin û li gel posterên Ocalan wêneyên şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hilgirtin.

Di meş û mîtîngên li bajarên Bremen, Mannheîm û Darmstadt'ê de jî komploya 9'ê Cotmehê û komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê hatin şermezarkirin.

ZURÎCH: Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Zurîch a Swîsreyê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Jinên Kurd ên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan a Zurîchê hatin cem hev, komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kirin.

Protesto bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan destpê kir û dûre li ser navê Dayikên Aştiyê Dayika Alîse peyivî. Dayika Alîse diyar kir ku ew komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û hêzên pişt komployê şermezar dikin û anî ziman ku komplo ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pûçkirin û gelê Kurd wê hîn bêtir xwedî li Rêber û tevgera xwe derkeve û heta azadiya Rêberê xwe têbikoşe.

Di 12'ê Cotmehê roja Şemiyê de jî wê li Dusseldorfê bi armanca şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Meş wê saet di 14:00 de li Dusseldorf Haûptbahnhofê destpê bike û tê payîn tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta Nordhrehin Westfalen (NRW) beşdar bibin. 

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê jî li ber parlamentê komploya 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin. Di çalakiya bi beşdariya 100 kesî de polîsan xwest, alên PKK'ê yên di destê beşdaran de kom bike. Li ser vê yekê girseyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ewê giliyê vê nêzîkatiya polîsan bikin. Di çalakiyê de ji bo Ocalan dirûşme hatin qîrîn û hêzên komploker hatin şermezarkirin.