9 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin
9 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin
9 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin
Li Dêrikê cenazeyên 9 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku di pevçûnên cûda yê li gundê Girhok a Girkê Legê di navber şervanên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ El-Nusra de jiyana xwe jidest dane, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxir kirin.
Bi hezaran kes duh saet di 16.30’an de li ber nexweşxaneya Dêrik’ê hatin cem hev. Girseya gel cenazeyê 9 şervanên YPG’ê ku di pevçûnên li gundê Girhok di navber YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El-Nusra de jiyana xwe jidest dabûn wegirtin. Welatiyan bê navber siloganên dilsoziya bi YPG’ê berizdikirin. Ji vir cenazeyên 9 şervanên YPG’ê bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin.
Dema kerwan gihişt goristanê, merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdulah axivî û balkişand ser berxwedana şervanên YPG’ê ya li dijî çeteyên Îslamiyên radîkal û destnîşan kir ku gelê kurd bi hemû hêza xwe dê parastina destkeftiyên xwe bike û dê planan êrîşkaran vala derxe.
Piştre nasnameya 9 şervanên YPG’ê hatin xwendin û belgeyên şahadetê radestî malbatan hate kirin. Di merasîmê de li ser navê hin malbatên şervanên YPG’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku gelê kurd tu carî dev ji riya şehîdên xwe bernedin. Di dawiya merasîmê de cenazeyên 9 şervanên YPG’ê ji aliyê girseyê ve bi durişme û tilîliyan hatin definkirin.
Navê 9 şervanên YPG’ê ku hatin difinkirin ev in: Mesûd Şêxo (Elî Şêr), Ebdulcelîl Tahir Elî (Kendal), Reşîd Ebdulcelîl Hesen (Bawer), Rêzan Xelîl (Rêzan), Hesen Ibrahîm (Hesen), Dîlan Mihemed (Baz), Izeldîn Remezan (Tekoşer), Masûm û Hogir.