91 rojnamevanên Başûr, ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

91 rojnamevanên Başûr, ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Piştî ku Rêberê Gelê Gelê  Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta BDP'ê re xwestibû bi rojnamevanan re hevdîtinekê pêk bîne, ji her aliyên Kurdistanê û derveyî welat ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan tên kirin. Bi vê armancê 91 rojnamevan û nivîskarên Herema Federal a Kurdistanê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Ocalan re bi daxuyaniyekê ji raya gişti re aşkera kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi şanda BDP'ê re daxwaz kiribû ku ji rojnamevanan re civîneke çapemeniyê li dar bixe. Di vê çarçoveyê de li seranserê Kurdistan û derveyî welat gelek rojnamevan û nivîskarên bi nav û deng ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan ji bo Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kirin. Bi vê munasebetê ev demek bû ji bo hevdîtina rojnamevanan a bi Ocalan re kampanya hatibû destpêkirin. Di encama vê kampanyayê de 91 rojnamevan û nivîskarên Herêma Kurdistanê xwestin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ev daxwaza xwe bi rêya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Herêma Kurdistanê pêşkeşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kir.

Piştre komîteya kampanyayê li avahiya nûnertiya Partiya Aştî û Demokrastiyê (BDP) a Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de Parlamentera BDP'ê ya Wanê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û nûnerê BDP'ê yê Hewlêrê jî amade bûn. Daxuyaniya ku ji aliyê Endamê Komîteya Rojnamevanan Şasiwar Mame ve hate dayîn, ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê daxwaz hate kirin ku vê daxwaza wan bînin cih ku ew bikarin bi birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir; "Em 91 rojnamevan û nivîskarên Başûrê Kurdistanê daxwaz ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dikin ku daxwaza me ya jibo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bipejirîne. Her wisa em nûnertiya bi dehan sazî û dezgehên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê dikin û hevdîtina bi Ocalan re ji xwe re wek mafek ê rojnamevaniyê dibinin." Her wisa di berdewama daxuyaniyê de daxwaz ji BDP'ê hate kirin ku vê daxwaza wan bibin rojeva Meclîsa Tirkiyeyê.

Piştî daxuyaniya rojnamevanan, li ser navê partiya xwe parlamentera Wanê ya BDP'ê Aysel Tugluk axivî. Tugluk di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo serlêdana rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Pgelê Kurd Abdullah Ocalan re anî ziman. Tugluk da zanîn ku wê wek BDP ji bo ku ev daxwaza rojnamevanan a ji bo hevdîtina bi Ocalan re pêk were, tişta ji destê wê û partiya wê BDP were wê bikin. Di nava axaftina xwe de Tugluk bal kişand ser pêvajoya demokratîk a Tirkiyeyê û da zanîn ku ji bo pêvajoya demokratîk li Tirkiyeyê bi serketî bi encam bibe, divê şert û mercên birêz Ocalan werin guhertin da ku karibe bi awayekî rasterast tevlî pêvajoyê bibe.