Îran û rejîma Sûriye li Dêra Zorê amadekariyê êrîşê dike
Îran û rejîma Sûriye yên derfet ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtin, li deverên Dêra Zor ên di bin kontrola QSD’ê de ne amadekariya êrîşan dike.
Îran û rejîma Sûriye yên derfet ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîtin, li deverên Dêra Zor ên di bin kontrola QSD’ê de ne amadekariya êrîşan dike.
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, fermandarek ji îstixbarata Parastina Hewayî ya rejîmê duh bi rêveberên Îran û Sûriyeyê re civiyane. Civîn li Hec Elî El Cifrî a Dêra Zorê pêk hatiye. 70’ê leşkerên rejîm û Îranê tevlî civînê bûne.
Çavkaniyê anî ziman ku hêzên perexwer ên girêdayî rejîmê li Dîfa El Watanî ya Dêrazorê amadekariyê êrîşê dikin. Çavkaniyê anî ziman ku dîroka êrîşê nediyare.