Ûkraynayê bi sedan dronan êrîşî Rûsyayê kir
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê di tevahiya şevê de êrîşeke berfireh pêk anî. Li gorî wezaretê 251 dronên Ûkraynayê hatine îmhakirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkraynayê di tevahiya şevê de êrîşeke berfireh pêk anî. Li gorî wezaretê 251 dronên Ûkraynayê hatine îmhakirin.
Li gorî wezaretê, 40 dron li Kirimê, 62 li Behra Reş û 5 jî li Behra Azak hatine xistin. Beşekî mezin ê êrîşê li derdora Nîvgirava Kirim pêk hat ku sala 2014’an Rûsyayê ev giran îlhaq kir.
Ûkrayna di dema dawî de êrîşên xwe yên li ser binesaziya enerjiyê ya li Rûsyayê zêde kiriye. Li hemberî vê yekê, Moskow jî di rojên dawî de li dijî şebekeya elektrîkê ya Ûkraynayê êrîşên hewayî pêk tîne.
Li gorî analîza AFP’ê ya ji daneyên ISW’ê, Rûsya ji dawiya meha Îlonê û şûnde nêzî sedî 19’ê xaka Ûkraynayê kontrol dikir. Lê belê tê diyarkirin ku di mehên dawî de pêşdeçûna li xeta eniyê hêdî bûye.